Zilamek zewicandî heye lê xanîyê wî biçûk e odeyek tenê heye jina wî jî her roj li ser serî wî pin pin dike. Dibêje ev der pir teng e li vir nabe, lê zilamê reben wê çi bike nelet li tunebûnê bê pere tune ye da ku camêr xanîyekî xweşik ava bike. Rojekê zilam çû bizinekê kirî hanî malê jina wî got cîhê me tune ye oda me teng e te çû bizin kirî, piştî çend rojan zilam vê carê çû çêlekekê kirî û hanî malê xist odê jinik dîsa axivî; em pêl hevudû dikin îja te çû çêlekê hanî malê em ê çi bikin heta çend rojan jinik diaxivî piştî çend rojên din zilam di carekê bizin û çêlekê firot, jinik jî got ox cîhê fireh fireh e. Êdî jinik doza xanîyekî nû nekir....
Zarbêj: Brahîm Alûcî ji gundê alûca