16 Ağustos 2021 Pazartesi

Cîhê fireh fireh e.



 Zilamek zewicandî heye lê xanîyê wî biçûk e odeyek tenê heye jina wî jî her roj li ser serî wî pin pin dike. Dibêje ev der pir teng e li vir nabe, lê zilamê reben wê çi bike nelet li tunebûnê bê pere tune ye da ku camêr  xanîyekî xweşik ava bike. Rojekê zilam çû bizinekê kirî hanî malê jina wî got cîhê me tune ye oda me teng e te çû bizin kirî, piştî çend rojan zilam vê carê çû çêlekekê kirî û hanî malê  xist odê jinik dîsa axivî; em pêl hevudû dikin îja te çû çêlekê hanî malê em ê çi bikin heta çend rojan jinik diaxivî piştî çend rojên din zilam di carekê bizin û çêlekê firot, jinik jî got ox cîhê fireh fireh e. Êdî jinik doza xanîyekî nû nekir....


Zarbêj: Brahîm Alûcî ji gundê alûca

7 Kasım 2019 Perşembe

Îşeleh ez im

Gundekî ku  di çiya de asêkirî  zilamek û jina xwe dema ku wê rakevin jinik dibêje kro zivistan hat here çiya ji me re êzinga bîne em ê zivistanê çi bikin, em ê ji serma bimirim zilam jî dibêje temam. Jinik jî dibêje îşeleh. Zilam dibêje îşeleh çi ye? Ez ê sibehê herim û werim îja îşeleh çi ye, jinik dibêje kro wusa nebêje belkî tiştek bi serê te bê...
Dema ku dibe sibeh wê zilam ji malê derkeve û here êzinga  leşker tên wî dibin leşkerîyê piştî ku temenê wî dibe çil salî diçe leşkerîyê. Lewra ku di wê demê de komputer tune bû, her tişt bi destan û bi dosyayê  dihate nivîsandin hin ji wan navê wan di bin dosyayê dima û nediçûn leşkerîye. Piştî ku zilam hijdeh mehan leşkerîya xwe dike û xelas dike tête gund û li derî dixe
Jina wî dibêje: Kî ye?
Zilam dibêje: Îşeleh Ez im...

*Herêm Mûş
Zarbêj: Nevzat Eminoğlu....

9 Mayıs 2019 Perşembe

Elimandina Kurmancî

Sal 2017e bû, 2 3 meh bûye ku min dest bi zanîngeha Mûşê, beşa ziman û edebiyata Kurdî    kiriye,  min di jiyana xwe nû dest bi elimandina  kurmancî kiriye ez hîna alfabeya xwe nizanim, ez hîn nizanim  ku çend tîp heye.

Dema min zanîngeh qezenç kir hevalekê li min geriya got ser xêrê min got spas ji min ra got ma qey tu Kurmancî nizana li tu çû beşa Zimanê Kurdî min got na. Min hevalê ka ez ji te ra pirsekê bikim min got di alfabeya Kurmancî da çend tîpên "A" yê heye got pênc ez matmayî bûm min got ji te ra ferz e divê tu jî bizanibe alfabeyê.

Ez dîroka xwe jî  pir nizamim lê ya rast ez dia ji bavê xwe re dikim ku xwedê kirî  ji bilî vê beşê min ne dişand ti beşê din. Ez ji alîyê beşê ve  ne poşman im lê ji alîyê mamosteyan û hevalan hebikî dilşikestî bûm, ez ji bajar ewqasî  xemgîn nebûm, ji mamosteyan xemgîn nûm, hin hevalên ku beşên din dixwînin lê bi beşa me ra tekîldarin hene yên pir jêhatî jî henin ez ji hinekan ra dibêjim wille hûn ji min, hevalên min û ji mamosteyên min çêtir in.

Di beşa me da hevalekî pir  jêhatî heye  rojekê nehat dersa ewil min  jî got xêr e tu çima wilo dereng hatî wî jî  got min erebê  revand min  fêhm kir ku heval bi Tirkî fikirîye min jî got ma tu diz î? :)  Lê mixabin jiyana Kurdan ji Kurdbûnê hêdî hêdî derdikeve divê em ji xwe haydar bin... .

3 Mart 2019 Pazar

8ê(heştê) mehê

Heştê(8) mehê
Min got heştê mehê gelo tiştek tê bîra we an? An jî hûn heştê mehê çi dikin? Çi tê destê we û çi ji destê we derdikeve?
Lê ya hevalê min Brahîm ne werê yê roja heştê mehê wek rojbûna wî ye tu dibêji qey her heştê mehê ji nû ve ji dayik dibe salê dozdeh me rojbûna wî ye lewra her heştê mehê bûrsa xwe disitîne wê rojê şêranî dixwe porê xwe diqusîne   heqê wargehê dide heqê deynê xwe yî kredîyê dide bera dixe akbîla xwe û karta xwe yî zaningehê ji bona xwarina xwe yî nîvro li zaningehê bixwe lewra xwarina zanîngehê erzan e û  heqê wê milyonek û nîv e bi rastî jî gelekî erzan e û xwarina zanîngehê ji ya wargehê 10 qatî xweştir e. Brahîm dema dibe nehê mehê dîsa dijimêre dibêji ez ê sîh rojên dinê ez ê meaşê xwe bistînim û ez ê nizanim çi û çi bikim.  Lê roja dibe nehê mehê keyfa min tê. Erê tabî wê keyfa min bê ma wê çima keyfa min neyê lewra roja nehê mehê ez  ê meaş bisitînim. Vir de wê de çîroka me jî diqede hindik ma ji nehê mehê re:))

11 Aralık 2018 Salı

Pirsa mamoste

Rojekî mamosteyek pirsan ji xwendekarên xwe dike dibêje Mehmûd tu mezin bibe tu dixazdi bibe çi
Mamoste ez mezin bibim ez dixwazim bibim mirovekî dewlemend  erebê min xaniyê min gelek bin û jinek min hebe û di dest stûyê wê tije zêr be û li ber min bileyze
Mamoste got rûnê.
 Dora Yelda hat got Yelda tu dixwazî bibe çi
Got mamoste ez dixwazim bibim jina Mehmûdo. 😁

17 Ekim 2018 Çarşamba

Xêr e an şer e?

Di demê berê de erebe tune bû û erebeya xelkê gelemperî ajal (heywan) bûn(hesp,ker çêlek)
 Li gundekî zilamek hespek wî hebû.Hesp jî wê demê ji bona mirovan pirr girîng bû.Sibehekê rabû  neriyaye ku hesp nexuyaye revîyaye gundîyan jî henekê xwe pê dikir   digotin tu nikarî bi hespekêtu tê çawa dikarî jina xwe zilam got wille xêr e şer e nizanim.Çend roj derbasbû nerîyaye ji nava daristanê hespa wî û pênc şeş hespê din jî pe ra tê wek pênc şeş erebe ye ha keyfa zilam tê û kurikê zilam jî dixwaze li hespan siwar bibe bê kîjan baş e kîjan pîs e dema lawik li hespê siwar dibe hesp wî jê diavêji lingê wî dişike gundîyan dîsa henekê  xwe pê dikin dibêji nigê(lingê) lawikê te  şikestiye tu çi bave zilam dibêji law xêr e şer e nizanim. Lê xwdêa kerîm e ew her tiştî dizane. Çend roj şûnda ceng(şer) derdikeve û leşkerên dewletê tê hemû xortên gundîyan . Lê serdar(komutan)  dinere ku nigê wî xortî şikestî ye û tene ji bona wan asteng e ew jî zarokên gundîyan hemû dibin   wî xortê nigşikestî  tenê nabe. Zilam dîsa jî dibêje  law xêr bû şer bû ez jî nizanim ez bawer in ku vê carê xêr bû . 

27 Eylül 2018 Perşembe

Baqê nîska

Baqê nîska

Rojêkê zilamek li nav erdê xwe cot dikir erdê wî jî nezîkî gund e   dema nîvroj tê zilam jî hêvîya jina xwe ye ku jê ra xwarinê bîne. Zilam  dibîne wa yek ji dûrve  tê lê hebikî din wê  zilamek  Hera ba jina wî wê tecawizî wê bike zilam jî dibîne û lez û bez direve zilamê din jî wî dibîne ew jî direve lê çaxa direve hinek baqê nîska radihêje tê nav gund xelk dibêjin çi bûye hûn çima direvin yê tecawîzcî dibêji Wille  min hinek baqê nîskan rahiştê ji bona wê ye. Gundî jî dibêji şerm e law ma ji bona bakik nîska hûn li hevdû dixin
Zilam jî dibêji yê zane zane yê nizani jî baqê  nîska ye.