27 Eylül 2018 Perşembe

Baqê nîska

Baqê nîska

Rojêkê zilamek li nav erdê xwe cot dikir erdê wî jî nezîkî gund e   dema nîvroj tê zilam jî hêvîya jina xwe ye ku jê ra xwarinê bîne. Zilam  dibîne wa yek ji dûrve  tê lê hebikî din wê  zilamek  Hera ba jina wî wê tecawizî wê bike zilam jî dibîne û lez û bez direve zilamê din jî wî dibîne ew jî direve lê çaxa direve hinek baqê nîska radihêje tê nav gund xelk dibêjin çi bûye hûn çima direvin yê tecawîzcî dibêji Wille  min hinek baqê nîskan rahiştê ji bona wê ye. Gundî jî dibêji şerm e law ma ji bona bakik nîska hûn li hevdû dixin
Zilam jî dibêji yê zane zane yê nizani jî baqê  nîska ye.

5 Eylül 2018 Çarşamba

Mizgeft tune ye Camîî heye

Mizgeft tune camî heye

 Di salên 1980an de  zilamek ji Mêrdînê û yek jî ji  Mûşê  diçe eskerîyê, tu bike neke axaftina wan ne wek hevdû ye ev rebenên hanê  ji Mêrdînê û yê  din jî ji Mûşê ye. Axavtina wan cuda ye. Û gelek ji hevdû fêhm nakin rojekê yê ji sêrtê ji yê mêrdînî dibêje ez ê herim mizgeftê tu jî nayê.  yê Mêrdînî nizanê ku mizgeft çi ye ew jî dibêje na ez nayêm.
Lê yê Mûşî meraq dike gelo çima nayê mizgeftê, û yê Mûşî dibêje  kro ma qey li gundê we misilman tune ye. yê Mêrdînî dibêje belê hemû jî misilman e yê ji sêrtê dibêje hûn li kuderê nimêj dikin  Mêrdînî: em li camîyê nimêj dikin.
Kenek wek kerek bizire li yê Mûşî dikeve û dibêje niha li gundê we mizgeft tune û camî heye?

Herêç: Mêrdîn
Zarbêj: Apê min Evdilbarî