7 Kasım 2019 Perşembe

Îşeleh ez im

Gundekî ku  di çiya de asêkirî  zilamek û jina xwe dema ku wê rakevin jinik dibêje kro zivistan hat here çiya ji me re êzinga bîne em ê zivistanê çi bikin, em ê ji serma bimirim zilam jî dibêje temam. Jinik jî dibêje îşeleh. Zilam dibêje îşeleh çi ye? Ez ê sibehê herim û werim îja îşeleh çi ye, jinik dibêje kro wusa nebêje belkî tiştek bi serê te bê...
Dema ku dibe sibeh wê zilam ji malê derkeve û here êzinga  leşker tên wî dibin leşkerîyê piştî ku temenê wî dibe çil salî diçe leşkerîyê. Lewra ku di wê demê de komputer tune bû, her tişt bi destan û bi dosyayê  dihate nivîsandin hin ji wan navê wan di bin dosyayê dima û nediçûn leşkerîye. Piştî ku zilam hijdeh mehan leşkerîya xwe dike û xelas dike tête gund û li derî dixe
Jina wî dibêje: Kî ye?
Zilam dibêje: Îşeleh Ez im...

*Herêm Mûş
Zarbêj: Nevzat Eminoğlu....

2 yorum: