9 Mayıs 2019 Perşembe

Elimandina Kurmancî

Sal 2017e bû, 2 3 meh bûye ku min dest bi zanîngeha Mûşê, beşa ziman û edebiyata Kurdî    kiriye,  min di jiyana xwe nû dest bi elimandina  kurmancî kiriye ez hîna alfabeya xwe nizanim, ez hîn nizanim  ku çend tîp heye.

Dema min zanîngeh qezenç kir hevalekê li min geriya got ser xêrê min got spas ji min ra got ma qey tu Kurmancî nizana li tu çû beşa Zimanê Kurdî min got na. Min hevalê ka ez ji te ra pirsekê bikim min got di alfabeya Kurmancî da çend tîpên "A" yê heye got pênc ez matmayî bûm min got ji te ra ferz e divê tu jî bizanibe alfabeyê.

Ez dîroka xwe jî  pir nizamim lê ya rast ez dia ji bavê xwe re dikim ku xwedê kirî  ji bilî vê beşê min ne dişand ti beşê din. Ez ji alîyê beşê ve  ne poşman im lê ji alîyê mamosteyan û hevalan hebikî dilşikestî bûm, ez ji bajar ewqasî  xemgîn nebûm, ji mamosteyan xemgîn nûm, hin hevalên ku beşên din dixwînin lê bi beşa me ra tekîldarin hene yên pir jêhatî jî henin ez ji hinekan ra dibêjim wille hûn ji min, hevalên min û ji mamosteyên min çêtir in.

Di beşa me da hevalekî pir  jêhatî heye  rojekê nehat dersa ewil min  jî got xêr e tu çima wilo dereng hatî wî jî  got min erebê  revand min  fêhm kir ku heval bi Tirkî fikirîye min jî got ma tu diz î? :)  Lê mixabin jiyana Kurdan ji Kurdbûnê hêdî hêdî derdikeve divê em ji xwe haydar bin... .

8 yorum:

  1. Jı ber gu kurdiyate jı ya mın çetıre eze bı zımane tırkı bınivısım :) doğru yolda gidiyorsun kürt dili ve edebiyatını okuyan kişinin atama sorununu gözardı edip kendi dilini öğrenme çabasında yürümesi lazım seni kınayan elbette olacak önüne taş koyan olacak ama onlar senin iyi bir yere gelmeni istemedikleri için bunları yapacaklar ben şahsım olarak seninle gurur duyuyorum kürt milletinin senin gibilerine ihtiyacı var yolun açık olsun

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Spas dikim 🌼🌷 pirsgirêkek tune tu kîjan zimanê baş dizane bi wî zimanî biaxive lê bila pêşî zimanê Dayikê be :)

      Sil
  2. Nivîsek gelek xweş bû ez hêvidarim kü tê di vê beşê were ciyekî baş û pê serbilind be serkeftin...

    YanıtlaSil
  3. Nivîsek pir baş e. Ez te pîroz dikim.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Spas dikim hûn her hebin xwezî min we jî nas bikirana.

      Sil
    2. Wow mahmudo wow maşallah

      Sil
    3. Tu kî yî? Ji kerema xwe bide nasîn.:)

      Sil