Sal 2017e bû, 2 3 meh bûye ku min dest bi zanîngeha Mûşê, beşa ziman û edebiyata Kurdî kiriye, min di jiyana xwe nû dest bi elimandina kurmancî kiriye ez hîna alfabeya xwe nizanim, ez hîn nizanim ku çend tîp heye.
Dema min zanîngeh qezenç kir hevalekê li min geriya got ser xêrê min got spas ji min ra got ma qey tu Kurmancî nizana li tu çû beşa Zimanê Kurdî min got na. Min hevalê ka ez ji te ra pirsekê bikim min got di alfabeya Kurmancî da çend tîpên "A" yê heye got pênc ez matmayî bûm min got ji te ra ferz e divê tu jî bizanibe alfabeyê.
Ez dîroka xwe jî pir nizamim lê ya rast ez dia ji bavê xwe re dikim ku xwedê kirî ji bilî vê beşê min ne dişand ti beşê din. Ez ji alîyê beşê ve ne poşman im lê ji alîyê mamosteyan û hevalan hebikî dilşikestî bûm, ez ji bajar ewqasî xemgîn nebûm, ji mamosteyan xemgîn nûm, hin hevalên ku beşên din dixwînin lê bi beşa me ra tekîldarin hene yên pir jêhatî jî henin ez ji hinekan ra dibêjim wille hûn ji min, hevalên min û ji mamosteyên min çêtir in.
Di beşa me da hevalekî pir jêhatî heye rojekê nehat dersa ewil min jî got xêr e tu çima wilo dereng hatî wî jî got min erebê revand min fêhm kir ku heval bi Tirkî fikirîye min jî got ma tu diz î? :) Lê mixabin jiyana Kurdan ji Kurdbûnê hêdî hêdî derdikeve divê em ji xwe haydar bin... .